Hevserokê Komîsyona Hilbijartinê ya Partiya Çepên Kesk a bajarê Stenbolê Ramazan Yavûz ji ajansa me re axivî û got, "Niha li Stenbolê 11 milyon û 359 hezar û 165 hilbijêr hene. Me li her dibistanê herî kêm parêzerek bi giştî du kes, li ser her sindoqê jî muşahît wezîfedar kirine. Li Stenbolê di warê fermî de bi qasî 6 hezar peywirdarên me hene û ev xebatên me didome. Di warê muşahîtan de kêmasiyên me tune lê fikara me ev e ku em ji dêvila hevalên xwe yên ku wê nêyên, hevalên nû bibînin”
‘DIVÊ BERPIRSÊN DIBISTANÊ Û PARÊZER BI TENÊ NEYÊN HIŞTIN’
Yavûz bal kişand ku ewlehiya sindoqan çima girîng e û wiha got: "Armanca me ya yekem, wek ku hûn ji hilbijartinên berê jî dizanin, ew e ku em tevbîrên hemû dek û dolabên wekî qutkirina elektrîkê, ketina pisîkan di trafoyê bigirin. Lewma em amade ne. Weke bajar û li seranserê Tirkiye û Kurdistanê jî wek navenda giştî jî em amade ne.
Em ji gelê xwe dixwazin ku di roja hilbijartinê de hevalên me yên berpirsê dibistanê û hevalên me yên parêzer bi tenê nehêlin. Divê her kes xwedî li sindoqên li dibistanên taxa xwe derkeve. Ji xeynî vê me hemû tevdîrên ewlekariyê stendine.
Bila gelê me aram be, em bi ser ketin. Ez nabêjim 'em ê bi ser bikevin' ji ber ku em bi ser ketin. Bi rastî em bi ser ketin û ez bawer im em ê vê serkeftinê bidomînin. Helbet ev tişt bi saya gelê me pêk hatiye. Ji ber vê yekê, divê em van sê çar rojên dawî baş bi kar bînin. Divê em li ser hesabên medyaya dîjîtal partiya xwe Partiya Çepên Kesk belav bikin. Em bang li gelê xwe dikin ku Partiya Çepên Kesk bidin nasandin.”